Hunermendê navdar û hezkirî yê Kurd, Ciwan Haco, stranekî nû bi navê, “Lêgerîn” belav kir.
Ciwan Haco hêj strana xwe ya nû nekiriye vîdyoklîp, lê îro ji Rûdawê re got planeke wî heye ku wê stranê bike klîp.
Gotinên stranê ji aliyê hevjîna rehmetî Mehmet Uzun, Zozan Uzun va hatiye nivîsandin, herwiha Zozan Uzun berga stranê jî çêkiriye.
Muzîka stranê jî Ciwan Haco bi xwe çêkiriye.
Erman Aydoner jî karê mîksê û mastrîngê jê re kiriye.
Ciwan Haco ji Rojavayê Kurdistanê û di 17ê Tebaxa 1957an da li bajarê Tirbesipiyê di dayik bûye. Ciwan ji zarokatiya xwe va ji muzîkê hez kiriye û di 17 saliya xwe da jî cara yekem li cihekî giştî stran gotiye.
Hunermend Ciwan Haco di sala 1979an da li zanîngeha Ruhr University Bochumê, ku Bochum bajarek ji bajarên Almanyayê ye, beşa muzîkê temam kiriye û 42 sal e li Ewropayê dijî.
Heta roja îro 14 albûmên Ciwan Haco hatine belavkirin û li her çar parçeyên Kurdistanê tê hezkiririn, muzîk wî tê guhdarî kirin, bi taybetî ji alî ciwanan va…