Balyozxaneyên Almanya, Amerika, Denimarka, Finlandiya, Fransa, Hollanda, Swêd, Kenede, Norwêç û New Zeland di 4emîn salvegera girtina Osman Kavala da bi armanca azadkirina wî peyameke hevbeş belav kirin.
Di peyamnê da bang li li Tirkiyê tê kirin ku Osman Kavala bê berdan.
Balyozxaneyên welatên navborî di peyama xwe da amaje bi wê yekê dikin ku derdestkirina Kavala nîşaneya asta hiqûq û demokrasiya Tirkîyê ye.
Di daxûyanîya hevbess a nûnerên 10 dewletan da wiha tê gotin: “Di ser girtina Osman Kavala re 4 sal derbas bûn. Ji ber doza heyî ligel çend dozên din tên yekkirin û piştî biryara azadkirinê jî dîsa dozên nû tên vekirin, ev dema girtinê dirêj dibe. Ev jî zerarê dide rêzgirtina ji demokrasiyê ra.
Em wek Balyozxaneyên Almanya, Amerika, Danimark, Finlanda, Fransa, Hollanda, Swêd, Kanada, Norwêc û New Zeland hêvî dikin ku Tirkiye bi awayeke lihevhatî ligel berpirsiyartiyên xwe yên navdewletî û qanûnên xwe yên netewî vê doze bi dadwerî û bilez bîne cîh. Li gor biryarên Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê ku di derbarê vê dozê da hatine dayîn werin cîh û Osman Kavala jî bê berdan.“