Sedsal berê komara Tirkîyê, xwedêgiravî bi navê tirk û kurdan hat damezrandin. Piştra çiqas fêlbazî û xirabî hebûn damezranêrên dewletê, ew bikar anîn. Ji bo desthilatdarîyê hevalên xwe jî kuştin û bûn xwedî erk û desthilatdar.
Ji wan desthiladaran yekemîn Mistoyê kor, yek jî Îsmetê kerr û hevalbendê wan bûn. Bi navê tirkbûnê bi yek reng û ji bo yekitîya tirkan qanûnê faşîzan nivîsandin. Ew raman û kirinê bi destê wan, ew çete û kuştin wek qanûn heta roja îro jî di nav dewleta Tirkîyê da berdewam e.
Yanê, komara Tirkîyê li ser kaxizê û angorî destûra Kemalîzmê navê wî komara demokratîke. Lê bi eslê xwe ji demokrasîyê dûr e. Bi eslê xwe bi tevger û kirin û qanûnê navxweyî dewletek mafyatîk û çete ye.
Ji destpêka komara tirkîyê û heta roja îro navê bi hezaran çeteyan derbas dibe. Û bi destên van çeteyan, bi deh hezaran jî mirov hatine kuştin. Ne hewceye ku mirov navê wan çete û kuştîyan bide. Ji ber ku ewqas zêdenin ku ne nivîs ne jî rûpel têra wan bûyer û kuştîyan dike. Ew ên bi destên çete û dewletê bi navê kiryarê nedîyar hatine binçavkirin û bi deh hezaran hatine kuştin ji sedî nodê wan jî kurd in.
Pir hindik, gerek miletê kurd ji herkesî baştir van pirsgirêka bizanibe. Lê rewşa sîyaseta kurd a, îro ji van çete û fêlbazîya nedûr e. Wek tê zanîn, kurda bi deh hezaran kuştî û zilma dewleta kemalîst ji bîr kirine. Îro ew sîyasetmedar û partîyên kurdan ketine nav xeletîkî mezin. Hevîya xwe bi miletê xwe naynin. Hêvî ji serokê çete û dewleta çete dikin.
Wekî mînak, ji siyasetmedaran Asena Meral Akşener, dema Wezareta karûbarên hundir bû bi hezaran kurd da kuştin. Ji çeteya jî yekî îro bi nav û deng cewrikê dewleta çete Sedat Peker e. Xwedê dizanê çiqas kurd kuştîye, çiqas bê namûsî kirîye xêncî dewleta Tirk kes nizane.
Televîzyonên bi navê kemalîzmê û muxalefetê bîst û çar saet, li benda gotinê wî cewrikî ne. Bi destê kurdkujan ewê çewa demokrasî were Tirkîyê. Helbûkî ew baş dizanin ku, tiştên diqewêmin bi destê dewleta çete senaryo û wek şano tên lîstin.
Mixabin, li tirkîyê ew ên îro xwedî desthilatdar û muxalefetin tu car jihev necuda ne. Her çiqas jihev ecizbin û hevdû tûj rexne bikin ew jî di sîyasetê da tiştek normale. Lê dema dibin desthilatdar, di pirsgirêka kurdan sedî sed kirinê wan wek hevin.
Li Tirkîyê, ew kes û partîyên bi navê Kurdan tevdigerin, dikarin bi navê Miletê Kurd, berî hertiştî doza Zimanê Kurdî bikin. Ne doza demokratîzekirina Tirkîye. Jiber ku kurd bixwazin jî qûweta wan tîneye û nikarin Tirkîyê bikin welatek demokratîk. Xwedîyê van daxwazan jî sirf kurdan dixapînin.
Pêwîstî ewe ku bi partî û dewleta çete neyên xapandin.
Bêhtir partîyên bi navê kurdan, bi daxwazên gel tevdigerin divê ji partî û çeteyên tirkan dûr bin.
Îro partî û sîyasetmedarên tirkîyê tên bakurê Kurdistanê, bi derewa gotinên biratîya gelan dikin. Hema ji Amet Davutoglu, Ali Babacan, Ekrem Îmamoglu, Asena Meral an jî Kemal Kilicdaroglu û Tayib Erdogan bi wan neyên xapandin. Hemû di xizmeta çete û yek û yek xizmetkarê dewleta kemalîst in.
Dewleta çete çend sal berê xwedêgiravî bi navê aşitîyê gavek avit, kurd kirin defikê û dewlet û çeteyên xwînxwar bajarê kurdan kirin goristan. Kurd bi wan hatin xapandin û bi hezaran zarokên kurd binax bûn.
Lê dîsa jî kurdan berê xwe dane çeteyên kemalîst û îslamîst…
19.10.2021