Serokê Amerîkayê Joe Biden bi biryarekê rewşa awarte ya ji bo Sûriyê dirêj kir. Bidn di biryara xwe da radigihîne, ku tevgerên serbazî yên Tirkiyê yên li nav Sûriyê zirarê didin têkoşîna li dijî DAIŞê.
Joe Biden di derbarê vê yekê da nameyek ji Seroka Meclîsa Nûneran Nancy Pelosişî ra şandiye û di nameyê da sedemên dirêjkirina rewşa awarte ya li Sûriyê diyar kiriye.
Biden di nameya xwe da wiha dibêje: “Bûyerên li Sûriyê diqewimin, bi taybet tevgera Artêşa Tirkiyê û çalakiyên wê yên li bakur rojhilatê Sûriyê zirarê didin têkoşîna dijî DAIŞê. Xelkê sivîl dixin nav rewşeke metirsîdar. Gefa zirardayîna aştî, ewlekarî û aramiya herêmê li xwe digrin. Herwiha li dijî ewlekariya netewî ya Amerîkayê gefeke berdewam e. Ji ber vê yekê ez piştrast im ku hewce ye rewşa awarte berdewam e.”
Koşka Spî jî di derbarê biryarê da daxuyaniyek belav kir, ku Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump 14ê Cotmeha 2019an bo têkoşîna dijî gefên girêdayî rewşa Sûriyê yên li ser ewlekariya netewî ya Amerîkayê bikin, ev biryar da bû.
Di daxuyaniya Koşka Spî da jî tê diyar kirin ku dema rewşa awarte bo salekê hatiye dirêjkirin û ev biryar dê di Rojnameya Fermî da bê weşandin.