Serokê Amerîkayê Joe Biden li Romayê ligel sê serkirdeyên Ewropî dicive û di civînê da dosyeya atomî ya Îranê bi wan ra gotûbêj dike.
Joe Biden di çarçoveya yekemîn civîna welatên G20 da ligel serkirdeyên hersê welatên Almanya, Brîtanya û Fransayê dicive. Tê gotin ku, ew ê di derbarê egera destpêkirina danûstandinên atomî ya bi Îranê ra biryarek hevpar bidin.
Roja 27ê Cotmeha 2021ê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê û Serokê Tîma Danûstandinên Atomî ligel welatên 4+1 Elî Baqirî Kenî ragihandibû ku dawiya meha Mijdara îsal gotûbêjên atomî li Viyenaya Awusturyayê destpê bikin.
Rawêjkarê Serokê Amerîkayê Bo Karûbarê Asayîşa Niştimanî Jake Sullivan jî ragihand ku civîna Biden ligel hersê serkirdeyên Ewropî, wiha pêşan dide ku di asta dosyeya atomî ya Îranê da hevdeng in.
Di derbarê destpêkirina gotûbêjên atomî da jî Sullivan wiha dibêje; “Heta niha bo min tam ne zelal e ka gelo Îran amade ye vegere ber maseya danustandinê. Me amajeyên erênî di wî warî de bihîstine lê divê li bendê bin û bizanin ew kengî tên pêş û gelo kengî bi rastî li ser maseya gotûbêjan rûdinin.”
Di derbarê civîna îro ya di navbera Biden û Serkirdeyên Ewru^pi da tê kirin da, Sullivan wiha dibêje; “Di civîna îro ya Biden û sê welatên Ewropî da peyameke zelal bo Îranê tê dayîn ku pencereya gotûbêjan hertim ne vekirî ye. Lê hevdem hemû bijardeyên din ên pêwîst bo danûstandina ligel bernameyê etomî liber dest in.”