Şande ya di bin serokatîya Cîgîrê Serokê CHP Oğuz Kaan Salıcı, serlêdana Hewlêrê kir û bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê yê berê Mesûd Barzanî ra hevdîtinek pêk anî.
Piştî hevdîtinan ji alî Serokwezîrtîya Herêmê daxûyîyanek hate dayîn. Di daxûyanîyê da tê gotin, ku Cîgirê Serokê CHPê silavên Serokê partîyê Kemal Kililçdarogglu anîne û bi serdana xwe ya herêma va jî kêfxweş bû ne.
Serok Mesud Barzanî jî di hevdîtinê da kêfxweşîya xwe anîye ziman û wiha gotîye: „Tirkîye cînarek me yê girîng e û welatek ji herêmê ye. Herêma Kurdistanê hergav dixwaze bi Tirkîya ku di nav xwe da wek sembola pirrengîyê, pirnijadî û pirrolîyê dihevine, di têkilîyê da be.
Serokê Şande ya CHPê jî piştî hêvdîtinê di parvekirinek xwe da wiha dibêje: „Em Teşkîlata Hevkarî û Aşitîya Rojhilata Navîn diaxifin. Jibo ku têkîlîyên me bi cînarên me ra hebe û aramîyek li herêmê pêk were, çi ji destê me were, emê wê bikin…“