Komîteya Wezîran ya Konseya Ewropayê bi armanca şopandina bicihkirina biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), ku di derbrê Selehattin Demirtaş û Osman Kavala dabû, civiya.
Komîteyê, derbarê hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş û girtiyê Doza Geziyê Osman Kavala da, biryarek nu da.
Komîte di biryara xwe de daxwaz ji Tirkîyê dike, ku Demirtaş serbest were berdan û biryara girtina wî jî were hilweşandina. Ji bo bicîhkirina vê biryarê jî heta 30yê Îlonê dem da Tirkiyê.
Herwiha komîteyê daxwaza berdana Osman Kavala jî kir û biryar da ku heta rûniştina meha Kanûnê ya dadgehê li benda berdana Kavala bê sekinandin.