Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî ragihand ku Serokê Amerîkayê Joe Biden soz daye wan ku ew dê ji Rojavayê Kurdistanê dernekevin.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî ji rojnameya The Timesê ra sedemên serdana Fermandeyê Navenda li Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) General Kenneth McKenzie eşkere kir.
Mazlûm Kobanî diyar dike ku Kenneth McKenzie ji bo gihandina gotinên Joe Biden serdanê wan kiriye. Di hevdîtinê da McKenzie gotinên Biden pişrast kirîye, ku hêzên Amerîkî weke ji Efxanistanê derketine ji Sûriyê dernakevin.
Kobanî dibêje, dema wan bihîstîye ku Amerîka ji Efxanistanê vedikişe, wan dest bi fikara paşeroja xwe kirîye. Divê: “Em rastgo bin, piştî vekişîna Amerîkayê ji Efxanistanê em tirsiyan.”
Lê Amerîkayê di demeke kurt de nûnerên xwe ji me ra şand û bi rîya wî soz dan me, ku ev der dê wek Efxanistanê nebe. Em piştrast kirin ku polîtîkaya vê derê bi tevahî cûda ye.
Kobanî herwiha dide zanîn ku ew bi Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Joey Hood ra jî civiya ye.