Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Joey Hood bi Rûdawê ra axifîye. Joey Hood, di axaftina xw da dibêje; ew piştgiriya diyaloga di navbera aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê da, dikin.
Herwiha ew ji Sûriye dernakevin û şerê Esed nakin.
Li se pirsek jî, di derbarê vekişandina xwe ya ji Efxanîstanê û îhtimala ji vekişandina ji Iraqê jî wiha dibêje:
„Ev ji rastiyê gelek dûr e. Iraq û Efxanistan du nimûneyên gelek ji hev dûr in. Bala me ya zêde li ser Iraqê ye, wek min got, girîngiya wê zêde ye ji bo asayişa niştimanî ya Amerîkayê. Di warê serbazî da em dimînin û bi Pêşmerge va alîkariya hêzên ewlekarî yên Iraqê dikin. Heta ku DAIŞ bi temamî jinav diçe bo ku ti caran li welat û li navçeyê jî metirsiyê çênekin. Iraq di warê aborî da jî ji bo me girîng e. Ji ber ku Iraq bazara enerjî ya cîhanê ye. Li gorî me Iraq di warê kulturî da jî girîng e. Ji ber ku hûn landika kultureke dêrîn in. Herwiha Iraq ji bo berjwendiya niştimanî ya Amerîkayê jî girîng e. Lewma sedem hemû wan rehendan em li gel Iraqê berdewam dibin.“
Hood di derbarê girîngîya kulturî da jî wiha dibêje:
„Di warê kulturî da jî me behsa perwerdê kir. Jiber ku Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê heye, dibistana Amerîkî li Hewlêrê heye, li Hewlêrê Zanîngeha Katolîkî heye. Bi heman şêwe dibistana Amerîkî li Duhokê heye, li Bexdayê jî heye. Em salane bi qasî bi dehan milyon dolar alîkariya wan dibistan û zanîngehan dikin. Em hewl didin xwendekarên zêdetir ji Iraq û navçeyê bînin Amerîkayê. Tenê di çend deh salên derbasbûyî da me milyonek û nîv xwendekar ji wan welatên navçeyê anîne Amerîkayê. Ev girîng e, ev beşdariyek e ku bi rojek û du roj biryar li ser nehatiye dayîn. Di ojekê da jî bi dawî nabe. Ti niyazek Serok Biden tune ye, ku li Iraqê dawî li wê beşdariya bihêz bîne.“