Supaya Pasdaran a Îranê, îro serê sibehê bi firokeyên bê firokevan û topan, êrişî binkeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir.
Cîhê ku ji alî Supaya Pasdaran va tê bombebarankirin, herdu navçeyên sînorî yên Sîdekan û Balekayetî yên Herêma Kurdistanê ne.
Sedema bombebarankirina Îranê ew e, ku pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li wir bicih bûne.
Wek tê zanîn, Fermandarê Hêza Bejayî ya Supaya Pasdaran a Îranê, General Mihemed Xakpûr çend roj berê hişyariyek tund dabû Herêma Kurdistanê. Xakpûr ragihandibû, ku divê ew welatiyên Herêma Kurdistanê ji binke û baregehên partiyên Kurdistanî yên Rojhilatê Kurdistanê dûrbixin.
Pakpûr wiha gotibû: “Bi salan e ku komên terorîstî û dijî şoreşê yên girêdayî zordarên cîhanê û servîsên îstixbaratê yên biyanî, erdnigariya herêma Bakurê Iraqê ji bo têkdana ewlehî û aramiya navçeyên sînorî yên Komara Îslamiya Îranê û çêkirina nerihetî û kêşeyan ji bo xelkên niştecihên wan navçeyan bikar tînin. Di vê derbarê de têbîniyên pêwîst bi dewleta Iraqê û rayedarên herêma Bakurê wî welatî hatine dayîn.”
Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê jî di derbarê van gefên fermandarê Îranî da daxuyaniyek belav kiribûn û di daxûyanîyê da wiha gotibûn: „Ew cihên ku Îran gefa armanckirina wan dixwe, cihên jiyana penaberên siyasî, xelkê sivîl û bi sedan jin û zarokên penaber in ku ji ber siyaseta serkutkirina desthilata Îranê ax û welatê xwe bich hiştine û li wan deveran dijîn.”
Li gor daxuyaniya Navendê, gefên Îranê karîgerî li ser çalakiyên hizbên endamên Navendê nake, ku Navend ji Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK), Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê pêk tê.