“Em vê qederê red dikin! Em naxwazin bibin zarokên welatekî bindest ê ku ji çar aliyan ve hatiye dagirkirin; em dixwazin bibin zarokên welatekî azad, serbixwe û yekgirtî. Em dixwazin li ser axa xwe, bi zimanê xwe stranên evînê û azadîyê bibêjin. Û em dixwazin li warê xwe, li bin alaya xwe, azad û serbixwe bijîn.”
Xwedîyê van gotnan hunermend û şoreşgerê Kurd Yilmaz Guney e.
Yilmaz Guney kî ye?
Yilmaz Guney di sala 1937an de li gundê Yenîceyê ya bajarê Edenêyê ji dayik bûye. Ew bi eslê xwe Kurd e û navê xwe yê rast Yılmaz Putun e.
Yilmaz dibistana seretayî û ya navîn li Edeneyê diwîne. Di 9 saliya xwe da, wek karker di zevîyan da, dest bi karê komkirina pembo dike. Lê dest ji dibistanê bernade û xwendina xwe jî didomîne. Li Enqerê zanîngeha hiqûqê dixwîne û li Stenbolê jî beşa aborî.
Di dma xwendina xwe ya zanîngehê da çîrokan û senaryoyan dinivîse. Di çîrok û senaryoyên xwe da li ser trajedî û drama gelê xwe radiweste. Di dema xwendina xwe da Yaşar Kemal, bi saya Yaşar Kemal jî senarîstê Tirk Atif Yilmaz nas dike û di fîlmên wî da dilîze.
Di sala 1957ê da sedem karên xwe yê sîyasî tê dadgehkirin û cezakirin.
Sedem vê yekê Yilmaz Guney dest ji xwendina zanîngehê berdide û dibêje “Dibistana min pirtûk in, sînema ye, girtîgeh e, qanûnên jiyanê yên tund in, zextên civakî ne, xayîntî û mêrxasî ye. Mamosteyê min jî jiyan bixwe ye.“
Guney di sala 1972an de careke din bi sedema ku tevlî bûyerên sîyasî bûye tê girtin û 2 sal di girtîgehê da dimîne.
Di sala 1974an da bi tohmeta sedem kuştina dozgerê Yumurtalikê, tê girtin û ji bo 18 salan bi cezayê zîndanê tê darizandin. Piştî darbeya 12 Îlonê di derbarê wî da daweyên nû tên vekirin û ew jî di sala 1981ê da ji girtîgeha Ispartayê direve û derdikv Ewropayê.
Yilmaz Guney, sê sal piştî reva xwe ya Ewropayê, di 9 îlona 1984an da û 47 salîya xwe da, li Fransayê koça dawî kir.
Wek derhêner û sînemakarê Kurd Yilmaz Guney, di jiyana xwe ya hunerê da gelek berhemên giran buha li dû xwe hişt. Wî di fîlmên xwe de, bal kişand ser tengezariyên jiyana gelê Kurd.
Fîlma wi ya bi navê Rê (Yol) jî yek ji van berhema ye. Rê, di sala 1982an da, bi fîlma ‚Wenda‘ ya rejîsorê Yûnanî Costa Gavras ra, xelata Palmiyeya Zêrîn parvekiribû.
Di ser koça wî ya dawî ra 37 sal derbas bû, lê ew di dilê gelê xwe da û bi berhemên xwe yên giranbûha dijî…