Serokê Herêma Kurduistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Londonê bi Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ra hevdîtinek pêk anî.
Boris Johnson li ofîsa serokwezîriyê ya li Downing Streetê pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî kir.
Piştre Boris Johnson û Nêçîrvan Barzanî derbasî ofîsa Serokwezîriya Brîtanyayê bûn.
Li cihê hevdîtinê, li pişt serê Nêçîrvan Barzanî alên Kurdistan û Iraqê û li pişt serê Boris Johnson jî du alên Brîtanyayê hatine danîn.
Nêçîrvan Barzanî û Boris Johnson derbarê peywendiyên di navbera Hewlêr û Londonê de, şerê li dijî terorê û pêşhateyên Iraq û navçeyê diaxivin.
Piştî hevdîtinê Ofîsa Serokwezîrê Brîtanyayê di derbarê serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Londonê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê da wiha tê gotin:
“Serokwezîr Boris Johnson îro li Downing Street pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî kir.
Boris Johnson û Nêçîrvan Barzanî li ser bihêzkirina peywendiyên Şahnişîna Yekgirtî li gel gelê Kurd û tevahiya Iraqê hevnêrîn bûn.
Peywendiyên me kûr û dîrokî ne û herdu serkirdeyan rijdbûna xwe ji bo pêşxistina peywendiyan, bi taybetî di warên bazirganî û veberhênanê da, dûpat kir,
Serokwezîrê Brîtanya û Nêçîrvan Barzanî behsa rewşa niha ya Efxanistanê kirin.
Boris Johnson û Nêçîrvan Barzanî herwiha behsa hinek pirsên herêmî jî kirin, Serokwezîrê Brîtanyayê pêwîstîya vegera Îranê ya ji bo pabendbûnên rêkeftina etomî anî ziman.”