Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku bi vekşandina hêzên Amerîkayê, wî soza xwe pêkanî û şer li Efxanistanê da rawestandin. Herwiha biden got “me dît texmîna ku hikûmeta Efxanî dê demekê li ber xwe bide ne rast e.”
Piştî 20 salan, roja 30ê Tebaxê leşkerê Amerîkî yê dawîn jî ji Efxanistanê derket
Sedem vê yekê Serokê Amerîkayê Joe Biden daxûyanîyek da û di daxûyanîya xwe da wiha got; „Şerê Efxanistanê bi dawî hat. Ez çarem serok im, ku rastî vê pirsgirêkê hatim. Dema ku min ji bo serokatiyê berbijêrîya xwe îlan kir, min soz da xelkên Amerîkayê, ku ez ê vî şerî rawestînim. Îro jî min ew soza xwe pêk anî.
Li ber me du vebijark hebûn. Yek, derketina ji Efxanistanê ya din jî mezinkirina şer bû. Vekişîn ji bo Amerîkayê biryara çêtirîn e.”
Herwiha Joe Biden di daxûyanîya xwe da qala hêzên Efxanî jî kir û di debarê wan da jî wiha got; “Hêvîya me ew bû, ku zêdeyî 300 hezar hêzên Efxanî yên me di nav 20 salan da perwerde kiribû, berxe bidin. Lêbelê, me dît, ku ev texmîna me ner rast bû.“
Di derbarê baskê DAIŞê ya Efxanistanê jî Biden got, “Hê karê me bi we neqediyaye.”