Serokê Federasyona Navneteweyî ya Diyasporaya Kurdan (FNDK) û Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê, Prof. Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev roja Yekşemê 8ê Tebaxa 2021 li bajarê Almata yê Qazaxistanê di 74 saliya xwe de koça dawî kir.
Îro jî termê wî li goristaneke Kurdan a li nêzîk bajarê Almata ya Qazaxistanê hat veşartin.
Malbat, heval û hogirên Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev tevî kesayetiyên Kurd ên Qazaxistanê li ber mala wî kom bûn û di merasimekê da, ji bo cara dawî xatir jê xwestin.
Di merasimê da, Ala Kurdistanê li ser tabûta termê Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev hatibû danîn.
Piştre termê Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev li goristana Kurdan a li gundê Aşibulaxê li nêzî Almatayê hat veşartin.