Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di hevdîtina ligel Serokê Herêma Kurdistanê da ragihand ku hatin wî bo Herêma Kurdistanê, peyamek e, ku ew dest ji dostên xwe bernadin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Seroka Parlamentoyê Rêwaz Fayeq ligel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron civiyan.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derbarê vê civînê da daxûyanîyek da. Di daxûyanîyê da tê gotin, ku di civînê da rewşa giştî ya Iraqê, pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê hatîye gotûbêjkirin.
Di civînê da Serokê Fransayê Macron jî axaftinek kirîye û di axaftina xwe da behsa pêwendiya dîrokî ya navbera Fransa û Herêma Kurdistanê, rola Pêşmerge û Serok Mesûd Barzanî kirîy. Ji bo Herêma Kurdistanê berdewamîya piştgirî û hevkariya welatê xwe anîye ziman.
Macron ji bo têkilîyên welatê xwe yên bi Herêma Kurdistanê ra wiha gotîye: “Hatina me ya Kurdistanê peyamek e, ku Fransa dest ji dostên xwe bernade.”