Lûtkeya welatên cîranên Iraqê ya ji bo hevkarî û hevbeşiyê îro li Bexda dst pê dike. Ji bo vê yekê beşdarvanên Lutkeyê gihîştin Bexdayê, ku ji wan yek jî Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron e. Macron ji aliyê serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hat pêşwazîkirin.
Ji bilî Emanuel Macron, Şahê Urdinê Ebdullah, Serokkomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî, Serokwezîrê Kuwêtê Şêx Sebah Xalid, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşuglo, Wezîrê Derve yê Siûdiyê Feysel Bin Ferhan, Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr beşdarê lutkyê dibin.
Nûçegihanê Rûdawê amaje bi wê yekê jî da ku piştî lûtkeyê wê civînên dualî di navbera şandên welatan de destpê bikin.
Serokkomarê Fransayê berî niha di daxuyaniyekî de ragihandbû, ku bi riya beşdarbûna vê lûtkeyê ew ê piştevaniya xwe ji bo rola Iraqê û rûbirûbûna terorê nîşan bide.
Biryar e, Serokomarê Franse tê Hewlêrê û ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tê pêşwazîkrin. Ew ê çend hevdtînan li Hewlêrê pêk bîne û wê serdana bajarê Mûsil jî bike.