Nakokiyên navbera Hevserokên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) her diçe kûr dibin.
Bi biryara polîtboruya partiyê desthilatên Lahûr Şêx Cengî jê hatine standin. Piştî ku ji civîna serkirdayetiyê bêhêvî bû, berê xwe da dadgehê.
Roja 2ê Tebaxê, Lahûr Şêx Cengî videoyek belav kiribû û tê da gotibû, jê hatiye xwestin ku ew Kurdistanê bi cîh bihêle. Gef lê hatiye kirin ku ewê bi ser mala wî de jî bê girtin.
Rojekê piştî vê peyamê, çav û tevgerên herdû hevserokan ketine dadgehan.
Çavkaniyekî nav YNKê radigihîne, ku Lahûr Şêx Cengî li dadgeha Silêmanîyê gilîyê Bafil Talebanî kirîye.
Di heman demê da li ser giliyê Bafil Talibanî dadgehê fermana girtina Lahûr Şêx Cengî derxistiye.
Sekreterê Encûmena Serkirdatiya YNKê Ferîd Eseserd, di nivîsekê da rewşa navxwe ya partiya xwe dinirxîne. Ji serkirdeyatîya partîyê daxwaz dike, ku ev rewşa metirsîdar bê aramkirin.
Eseserd dixwaze, medyaya fermî ya YNKê ji milmilaneyan bê dûrxistin. Hêzên çekdar ji bo yekalîkirina milmilaneyên navxwe nêyen bikaranîn. Encûmena Serkirdayetiyê civîna xwe di demek zû da bike û pirisgirêkên di nav encûmenê da bêne çareserkirin.
Gor gotina berpirsê YNKê, bi berdewambûna pirisgirêkan, YNK ber bi çarenivîsekî nediyar ve diçe.