Serokê Amerîkayê Joe Biden dawiya îsal serpereştiya civîneke taybet dike. Di lutkeyê da bi serkirdeyên çend welatên cîhanê û rêxistinên civaka sivîl, rêvebirên sektora taybet û encûmenên cuda yên Amerîkayê ra dicive, li ser demokrasiyê axaftinek dike.
Li gor daxuyaniya Koşka Spî, ew lûtke bi rêya online dibe û Biden di wê civînê da li ser çend mijarên girêdayî demokrasiyê yên wek rûbirûbûna gendeliyê, nehiştina monopolî, mafên mirov, yasayên parastina rojnamevanî û medyaya serbixwe, diaxife,
Gor daxûyanîya Koşka Spî piştî wê lûtkeyê Biden, ji bo axaftina li ser heman wan mijaran û hewldana ji bo parastina demokrasiyê li cîhanê, bi rêya online hejmarek serkirdeyên welatan jî vedixwîne.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di vê derbarê da dibêje, ev lûtkeya Biden, ne tenê pevguhertina nerînan e, lê di vê lûtkeyê de Biden dixwaze fikrên bijare pêşniyar bike û pêbendbûna rasteqîne jî pêşan bide.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price dibêje: “Ev derfeteke ji bo karkirina ligel civaka sivîl û sektora taybet daku şiyana pêbendbûna wan a di hevkariyan da, li cîhanê jî bibin stûneke girîng, ji bo damezrandina demokrasiyê were bikaranîn. Ev ne tenê lûtkeyeke axaftinê ye, lê pêbendbûna rasteqîne jî tê pêşandan. Ku li wê derê axaftin li ser awayê rûbirûbûna gendelî û monopolî û herwiha rêzgirtina li mafên mirov tê kirin.”