Di teqînên li nêzîkî Firokexaneya Kabulê da heta niha 85 hatine kuştn û bi sedan kes jî birîndar bûne. Ji kuştîyan 13 kes serbazên Amerîkî ne.
Serokê Amerîka Joe Biden piştî teqînên li Firokexaneya Kabulê, derket pêşberî çapemenîyê û daxûyanîyek da.
Bidn di daxuyanîya xwe da got, proseya veguhastina xelkê gelekî metirsîdar e, lê ew dê erkê xwe berdewam bikin, ew dê welatiyên Amerîkî û hevpeymanên xwe yê Efxan rizgar bikin.
Biden diyar kir, ku gor pêşbinîya dezgehên wan ên istixbaratî êrîşên li Kabulê ji alî DAIŞê v ahatine kirin.
Biden soz da, ku bikerên êrişên xwekujî yên li Firokexaneya Kabulê bên ceza kirin.
Di derbera tolhildana vê êrişê da Biden wiha got: “Ew ên ku ev êriş pêk anîne û herwiha her kesekê ku dixwaze zirarê bigihîne Amerîkayê, ez dibêjim em ji ti kesî nabihorin, em dê we bigirin û we ceza jî bikin. Ez dê bi her tiştê ku di bin fermana min de ye, berevaniyê li berjewendiyên me û herwiha gelê xwe bikim.”
Biden careke din dubare kir, ku wî ferman daye hemû tiştên pêwîst j bo artêşa wî welatî bê dabînkirin.