Hizba Demokrata Kurdistanê ragihand ku Endamê Komîteya Navendî Mûsa Babaxanî li Hewlêrê hatiye “terorkirin.”
Li gor zanyariyên hatine belavkirin, Mûsa Babaxanî şeva derbasbûyî ji aliyê du kesn va hatîye revandin, ku ew mirovên Komara Îslamî ya Îranê ne. Rojek şûnda termê Mûsa Babaxanî li hoteleke li Hewlêrê hatîye dîtin.
Di daxuyaniya HDKê da tê gotin, ku termê Babaxanî li odeyeke otela (Gulî Silêmanî) hatîye dîtin û li ser cihên laşê Mûsa Babaxanî cîhên îşkenceê diyar bûne.
Endamê komiteya navendî ya HDKê Mûsa Babaxanî, di sala 1981an ji dayîk bûye. Di sala 1999an pê va peywendîyê wî bi HDKê ra çêbûye. Di kongreya HDKê ya 17an da wek endamê Komîteya Navendî hatîye hilbijartin.
Di daxuyaniyê da tê îdiakirin, ku Babaxanî ji aliyê du kesên bi Komara Îslamî ya Îranê têkildar va hatîye revandin.