Şandeke ji Rojavayê Kurdistanê serdana Fransayê kir û li Koşka Elyseeyê bi Serokê Fransayê Emmaneul Macron ra civiya.
Şand ji rayedarên Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatibû. Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif di şandîyê da cih girtibûn.
Gor agahîyên xwecîhî Şanda Rojava li gel Serokê Fransayê Macron kirîza Sûriyê û çareseriyên wê yên çaverêkirî gotûbêj kirine.
Di hevdîtinê de rewşa ewlehiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û geşedanên dawî yên şerê li dijî DAIŞê jî hatine gotûbêjkirin.
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid ragihandiye, ku serdana wan li ser vexwandina fermî ya Serokatiya Fransayê bûye. Serokê Fransayê piştrast kirîye, ku heta ewlehî û istîqrar li Sûriyê û hevahî herêmê pêk neyê, ew ê piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin.