Sêyemîn rûniştina Doza Tahîr Elçî li 10emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Daxwaza baroyên Êlih, Bedlîs, Agirî, Mêrdîn, Wan, Mûş û Komeleya Rojeva Mafên Mirov bo beşdarbûna dozê ji aliyê dadgerê dozê va hat redkirin. Doz, bi îfadeya şahidên bûyerê û axaftinên parêzeran va dewam kir.
Polîsên ku ne girtî têne darizandin, bi rêya sîstema SEGBÎSê beşdarî dozê bûn. Di dozê da dengên şahidên navê wan diyar û şahidên navê wan veşartî hate guhertin, dîmenên wan hatin şêlûkirin û bi rêya SEGBÎSê îfadeya wan hate wergirtin.
Ji şahidên navê wî diyar Denîz Ataş got: “Ez dixwazim li salona dadgehê amade bim. Ez dixwazim her tiştî li wir bibêjim. Di destpêkê da dozger ji min ra got ‘têkildarî kuştina Tahîr Elçî da îfadê bide, ez ê te berdim’. Min jê bawer kir, lê wî ez xapandim. Xwendin û nivîsandina min tine ye, çi danîn pêşiya min, min ew îmze kir. Nuha ez we nabihîzim. Loma ez dixwazim li salona dadgehê amade bim. Ez naxwazim li ser SEGBÎSê îfadeye xwe bidim. Ji ber ku guhên min nabihîzin, ez ji we fêm nakim. Êşkence li me kirin. Dozger ji min re got, tu yê kuştina Tahîr Elçî bikî stûyê Ûgûr û Mehsûm. Naxwê em ê te bikujin. Min vîdeo negirt. Ji ber ku ez tirsiyam min îfade qebûl kir.”