Parlamentoya Ewropayê îro projeya biryara di derbarê guvaşên li ser opozisyona Tirkiyê, bi taybet jî HDPê da pesend kir.
Di dengdana li Parlamentoya Ewropayê (PE) da, pêşnûmaya biryara bi sernavê “Li Tirkiyê, Zexta li ser HDPê û Opozîsyonê” bi 603 dengan hate qebûl kirin. Du parlamenter li dijî biryarê, 67 parlamenter jî bê deng man.
Di biryara ku ji aliyê komên Kristiyandemokrat, Sosyaldemokrat, Lîberal, Kesk û Çep va hatibû nivîsandin da, zexta „zêde“ ya li ser partiyên dijber wekî „xemdar“ hate qebûlkirin û Tirkîye jî hate şermezarkirin.
Parlamentoya Ewropayê tekez kir ku guvaşên li ser partiyên opozîsyonê, bikaranîna mafên siyasî yên partiyan û kapasîteya wan a bicihanîna rolên xwe yên demokratîk tên sînordarkirin. Herwiha hat destnîşankirin ku ev kêmbûna azadiya xebata opozîsyona siyasî, rewşa dramatîk a mafên mirovan a li Tirkiyeyê û hilweşîna demokrasî û dewleta hiqûqê ya domdar eşkere dike.
Di biryarê da, qala rewşa HDPê tê kirin û wiha tê gotin, ku nêzîkê 4,000 endamê HDPê di zindanê da ne. Serlêdana ji bo girtina wê ya li Dadgeha Destûra Bingehîn tê şermezarkirin.
Di biryarê da, ji rewşa her du hevserokên berê yên HDP, Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag jî tê behskirin.
Herwiha di biryarê da, di hilbijartinên herêmî yên li Tirkiyeyê da, jikardûrxistina gelek şaredarên bi awayekî demokratîk hatine hilbijartin û li şûna wan walî an jî qeyûm hatine tayînkirin tê şermezarkirin.