Li bajarê Konya yê Tirkiyê di encama êrişa ser malbateke Kurd da 7 kes hatin kuştin û mal jî hat şewitandin.
Bûyer rojek berê, di demjimêr 18.30an da li navçeya Meram a ser bi parêzgeha Konyayê va qewimî. Li gor zanyariyan grûpeke nenas bi çekan êriş dibe ser malbateke Kurd a li gundê Hasankoy dijîn.
Di encama wê êrişa çekdarî da ji malbata Dedeoğlu, Barış, Serpil, Serap, İpek, Metin û Sibelê dikujin, dû ra agir berî malê didin û dişewitînin.
Malbata Kurd roja 12ê Gulana îsal ji aliyê grupeke nîjadperest ve rastî êrişekê hatibû û di encamê de 7 endamên wê malbatê birîndar bûbûn. Malbata ku êrîş rêkxistibû, her cîranê wê malbata Kurd bûn.
Gorî gotina endamên malbatê, grûpa nijadperest a Tirk ji wan gotine, ew neteweperest in û rê nadin ku ew malbata Kurd li wir bijî.
Malbata Dedeogullari, beriya 30 salan ji Qersê çûne Konyayê û ji 15 salan vir da jî li niştecîyê navçeya Meramê bûne.
HDPê bi rê ya Twitterê jî peyamek bi Kurdî belavkir, ku tê da wiha tê gotin; “Li Konyayê rûyê reş û nemerd ê mêtingeriyê careke din aşkera bû. Faşîstên ku hêz û cesaretê ji dewletê digirin, dîsa êrişî malbateke Kurd kirin û 7 kes kuştin. Em vê qebûl nakin, ev nayê qebûlkirin û em ê tu carî qebûl nekin. Li her derê em banga têkoşîna hevpar li gelê xwe dikin.“
Serokatiya Herêma Kurdistanê jî di derbarê êrişa li ser malbata Kurd a li Konyayê da bi rê ya Twîtterê peyamek belav kir. Di peyamê da bûyer şermezar kir, ku 7 kes hatibûn kuştin û daxwaz kir ku encamderên wê êrişê bên darizandin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di wê peyamê da êrişa li ser malbata Kurd ku di encamê 7 kes ji malbatê hatin kuştin şermezar dike.
Di peyamê da wiha tê gotin; “Hizir û duayên me li gel malbatên qurbaniyan e. Divê berpirsên vê tawanê bên darizandin.”