ÎHDê di derbarê êrişa li navçeya Meram a Konyayê, ku li dijî malbata Amedî hatibû kirin, daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê da tê digot, “em ji dîmen û nûçeyên di çapemenî û medyaya civakî da hatine belavkirin têgihîştn ku li dijî malbateke Kurd a li Konyayê êrîşek nijadî hatiye kirin. Di encamê da welatiyê Kurd ê bi navê Hakim Dal hatîye kuştin, endamên din ên malbatê birîndar bûne û li nexweşxaneyê têne dermankirin.”
ÎHD têkez dike, ku li dijî Kurdan êrişên nîjadperstî zêde bûne. Herî dawî li Konya, Semsûr û Enqerê jî êrişên bi wî rengî hatine encamdan û ev ne cara ewil e ku êrişên wiha pêk tên.
Li gorî tespîtên ÎHDê, di sala 2010an de 14 êrişên nijadperest hatine emcandan û di wan êrişan de 7 kesan canê xwe ji dest dane û herî kêm 32 kes birîndar bûne.