Komîteya Mîratên Cîhanî ya rêxistina UNESCOyê roja Duşemê 7 cihên nû xistin nav lîsteya xwe ya Mîratên Cîhanî. Ji wan cîhan yek jî Hewremana Text a ser bi navçeya Sewlavayê ya girêdayî parêzgeha Sinê li Rojhilatê Kurdistanê ye.
Sirûş, çand û dîroka Hewramana Text wiha kir ku ew weke dewlemendiyeke cîhanî were naskirin.
Serokê Komîteya Mîratên Cîhanî ya rêxistina UNESCOyê Tian Xuejun eşkere kir ku Hewramana Text jî bû lîsteya Mîratên Cîhanî ya rêxistinê va hate zêdekirin.
Ev Beşa Hewramanê dikeve Rojhilatê Kurdistanê û bi ser herdu parêzgehên wê parçeya Kurdistanê, Kirmaşan û Sinê dabeş bûye. Bajarê Hewramana Text bajarekî çiyayî ye û xaniyên wê bi awayekî pêlekanî û serhev in.
Hemû xanî ji keviran hatine çêkirin û ji bilî keviran ti tiştekî din nehatîye bi kar anîn. Yek ji taybetmendiyên mîmariya bajêr ew e, ku banê her malê hewşa mala jorîn tê hesibandin.
Nûnerê Îranê jî di rûniştinê da axaftinek kir û di axaftina xwe da bi taybetî pîrozbahî li xelkê Kirmaşan û Sinê kir.
Ji bilî Hawarman, Girê Melidê jî di nav lîsteya Mîratên Cîhanî da cîh girt, ku ev der jî li parêzgeha Meletîyê ya Bakurê Kurdistanê ye.