Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD), îro bi fermî kampanyaya daxwaza nasanskirina Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê destpê kir. Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê jî bang li Netewên Yekbûyî û saziyên pêwendîdar kir, ku îdareya li herêmê bi fermî nas bikin.
General Mezlûm Kobanî li ser hesaba xwe ya Twitterê bi haştageke Îngilîzî ev kampanya daye destpêkirin.
Alîgirên Hêzên Sûriya Demorkatîk û Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê, li ser torên civakî piştgirî didin vê kampanyaya online ya ji bo bi fermî naskirina rêveberiyê û haştagên taybet bi vê kampanyayê parve dikin.
General Mezlûm Kobanî bi Îngilîzî haştaga „#Status4NorthAndEastSyria“ û bi Kurdî jî nivîsa „êdî dema avakirinê ye“, li ser twittera xwe belav kiriye, wek daxwaziyek ji bo naskirina navdewletî ya rêveberiya ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin.
Fermandarê Giştî yê HSDê roja Şemiyê 17ê Tîrmehê jî di du twittan de amaje bi destpêkirina kampanyayê kiribû.
Di twittekê da Mezlûm Kobanî gotibû, „Êvara 18 ê Tirmeh a 2021 seat 20:00 me biryara şoreşa Rojava girt. Em vê rojê li hemû gelên Bakur Rojhilatê Surî pîroz dikin. Şoreşa Rojava gelê me û cîhan ji tarîtîya DAIŞ’ê parast, lê êdî dem dema tacîdarkirina vê şoreşê ye.”
Di twitta xwe ya duyem da jî General Kobanî ragihandibû, “Ka em Sibê seat 20:00 ê êvarî dest bi kampanya bihêzkirina têkoşînê ji bo misogerkirina pêşeroja Bakur Rojhilatê Suriyê bikin. Kampanya me di ser tora civakî da wê bê meşandin û bighêje her saziyekî li cîhanê.”
Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê jî îro bi daxuyaniyekê daxwaz ji Netewên Yekbûyî û saziyên pêwendîdar kir, ku vê rêveberiyê bi fermî nas bikin.