Heftê heyştê sal berê li bajarê Erzirumê li bazara heywanan tiştên ecêp li serê kurdan diqewimin. Canbazên wê demê sedîsed hemû Tirk bûne û ew tişt anîne sere kurdan.
Mezinan digotin, ew kurdên heywanê xwe dibirin bazarê, bi navê wan, canbaza bi destê hev digirtin û bazarîya pez û dewarên wan dikirin. Pirîcaran pez û dewar piçûk dikirin û bi bihayê pez difrotin. Ga dikirin golik, beran jî dikirin kavir. Kurdên ku wê bazarê qebûl nekiribana kulm û pehîn dixwarin û bi heqê xwe razî dibûn. Bi halê xwe yê perişan û destvala vedigerîyan gund û malên xwe.
Îro di şuna wan canbbazê bazara heywanan da, canbazên sîyasî li parlamentoya Tirkîyê da cîh girtine. Canbazên tirk bi dengê kurdan bûne parlamenter û di parlamentoya tirkan da bazarîya kurdan dikin. Li tirkîyê kêmasî ji bîst mîlyonî zêdetir kurd dijîn. Mixabin, kurd xwedî îrada xwe nînin, tirk û ereb an jî çepgirê bi ruhê xwe Kemalist rêveberî û serokatîya kurdan dikin. An jî canbaz û îslamîstên tirk dikin.
Ji dema damezrandina komara Tirkîyê heta roja îro, çepgir û îslamîstan, bi fêlbazî herdem miletê kurd xapandin. Sedemên xapandina kurdan jî gelekin û ji bê hişîya wan e. Ji bawerîya omedê û wek biratîya misilmanîyê ji îslamîstên tirkan bawer kirine. Ji çepgiran jî li ser gotinê wekhevî û ji yekîtîyê li ser doza ked û sosyalîzmê, ji bo kar û xebatê wan ê ideolojîk bawerkirine.
Mixabin, bi taybetî li bakurê Kurdîstanê ji ber van sedeman, îro rewşa Miletê Kurd, ji alîyê sîyasî da di nav rewşek xirab daye. Jî ber ku, kurd roj bi roj ji netewa xwe û ji zimanê xwe durdikevin.
Sedema durketinê, yek jî çewtîya partîyên kurd in. Çil sal e ji xeletî û sîyaseta wan partîyan serê kurdan tevlihev bûye. Ji ber ku, li bakurê Kurdistanê bi navê Miletê Kurd dezgehên bi navê netewa kurd nedan ava nekirin.
Wer tê xûyakirin ku îro jî ne partîyên kurdan ne jî kurdên bakurê Kurdistanê ji dîroka xwe ya sed salî ders negirtine.
Bi deh hezaran keç û xortên kurdan wek şêr û piling ji bo Kurdistanek serbixwe şehîd ketin.
Lê canbazên wek Mithat Sinca, Ertugrul Kurkçu, Sezai Temelî, Erol Katircioglu, Sirri Sureya, Huda Kaya, Filiz Kerestecioglu, Ahmed Şik û Garo Paylan, Bariş Atay, Erkan Baş û daha çend kesên din, li ser xwîna şehîdê kurdan bûn parlamenter.
Ji ked û daxwazên eqîdên kurd, ji doza kurdan dur, bi dewletê ra fêlbazîya xwe dikin û xwedêgiravî li ser navê mafê kurdan bazarîyê dikin.
Dibêjin, “tirk bê kurd, Kurd bê Tirkan nabin. Ciwanên Kurd wek Deniz in, girêdayî Tirkîyê ne û şoreşger in. Bi deh hezaran navên cîvanên Kurd Deniz in, ew wek Deniz difikirin, lê hinek xêrnexwaz nahêlin ew bibin tirk û şoreşger.”
Li ser navê tîtalên kurd daw û doza demokrasîya Tirkîyê û komara demokratik dikin. Her yek bi avayek adrêsê nîşanî kurdan didin.
Ew bi zanayî kirine xwe dikin. Ji bo dewleta xwe dixebitin. Ji bo yekitîya Tirkîyê, bi navê biratî aşitîyê û wekhevî, pêşî li kurdan digrin û naxwazin kurd pêşerojê da bibin xwedî mafên xweyê neteweyî.
Ji ber ku kurd nebin xwedî dewlet û nebin serdest.
Wek tê xuyakirin piranîya kurdên çepgir û îslamîst jî bi van canbazan bawerîya xwe tînin û ji wan razîne. Lê nizanin rojek were, ewê jî wek kurdên li bazara Erzirumê ji kirinên canbazên tirk kotekan bixwin û dest vala vegerin malên xwe.
05.07. 2021