Parlementoya Belcîkayê komkujiya Kurdên Êzdî ya ji aliyê rêxistina DAIŞê va hatibû kirin, weke jenosîd nas kir.
Parlementoya Belcîkayê roja 15ê Tîrmehê bi mijara komkujiya Kurdên Êzdî civîya. Di civînê da ji 150 endamên parlamentoya wî welatî 139 parlamenteran dengê xwe ji bo komkujiya Kurdên Êzdî bi fermî weke jenosîd were bnas kirin, bi kar anîn.
Ev proje ji aliyê Parlamenê Partiya Krîstiyanên Demokrat George Dallemagne va hatobû pêşniyarkirin û 30 Hezîrana îsal jî ji aliyê Komîteyên Derve ya parlementoya Belcîkayê pesendkirin.
Parlamentoya Hollandayê jî roja 6ê Tîrmehê komkujîya Kurdên Êzdî, bi fermî wek jenosîd nas kiribû.
Wek tê zanîn di destpêka Tebaxa sala 2014an da, çekdarên DAIŞê êrişî sînorê qezaya Şingalê û derdora wê kiribûn û li hember Kurdên Êzdî ku niştecihên wan deveran, komkujiyeke mezin pêk anîbûn.
Li gorî amarên Nivîsgeha Rizgarkirina revandiyên Êzdî, ji 03/08/2014 heta 03/05/2021ê ji tevaya 6 hezar û 417 Kurdên Êzdî ku hatine revandin, ji wan 3 hezar û 545 kes rizgar bûne. Herwiha heta niha çarenivîsa 2 hezar û 768 Kudên Êzdî hê jî ne diyar e.