Amerîka hêzên xwe ji hinek welatên Rojhilata Navîn vedikşîne, lê binkeyên xwe li Rojavayê Kurdistanê berfireh dike.
Piştî vekişîna hêzên Amerîka ji Efxanistanê û behsa vekişîna ji Iraqê, careke din mijara mayîn û nemayîna hêzên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê jî hate rojevê. Hinek çavdêr radigihînin ku eger hêzên Amerîka ji Iraqê û Başûrê Kurdistanê jî vekişin, mayîna wan a li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî zehmet dbe.
Lê aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê jî dîyar dikin, ku hêzên Amerîka zû bi zû ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê venakişin.
Sekreterê el-Partî ku yek ji partiyên PYNK yê Nisredîn Ibrahîm û Endamê Polîtburoya PDK-S Ebdukerîm Mihemed beşdarî bernameya Çavê Sêyem a Radyoya Rûdawê bûn û di derbarê vê mijarê da axifîn.
Nisredîn Ibrahîm dibêje, “heta îro jî DAIŞ li Iraq û Sûriyê maye. Ew hevbendiya di nav HSD û Pêşmerge jî hê didome. Li gor agahiyên digihijin destê me, Amerîka hêza xwe li vir xurt dike.”
Ebdukerîm Mihemed jî nêrîna Nisreddin Ibrahîm piştrast dike û wiha dibêje, „wek ENKS û PDKS em wisa dibînin ku Amerîka zû ji vir venakişe. DAIŞ wek fikr maye. Amerîka zû bi zû venakişe.“
Li parêzgeha Hesekê 4 binkeyên serbazî yên sereke yên Amerîka hene, ku ew jî v in: Binkeya Rimêlan, Binkeya Til Bêder, Binkeya Hesekê û Binkeya Şedadî.
Niha nêzikî 900 serbazên Amerîkî li bakûr û rojhilatê Sûriyê hene ku piştevaniya hêzên HSDê di rûbirûbûna şaneyên DAIŞê da dikin û rahênan û perwerdeya serbazî bi wan hêzên xwecihî dikin.