Konsolosê Amerîkayê yê Hewlêrê Rob Waller bi kincên xwe yên pêşmergetîyê xatir ji kurdan xwest. Rob Waller berî çûyîna xwe ya ji Hewlêrê peyamek da û di peyama xwe da dibêje, “Kurd dikarin pişta xwe bidin du hevrêyan. Ji wan yek çîya, yek jî dewleta Amerîkayê ye.
Rob Waler di dumahîka peyama xwe da spasîya xwe ji kurdan ra dike û wiha dibêje.
„Eger dewlemendiya her şaristaniyekê girêdayî dewlemendiya huner û dîroka wê be, nexwe Herêma Kurdistanê bi qasî her cihekî din ê ser rûyê erdê dewlemend e. Her ji Perestgeha Laleş bo Dergehê Badînan, ji gora Nebî Nahume ta mijarên edebî û muzîka şênberkirî, min bi xwe û tîma min şanazî bi karkirina li gel hevalên me yên Kurd û hinek ji navdartirîn saziyên cîhanî dikin, bo parastina ferhenga kelepûrî ya behadar a Herêma Kurdistanê ku bo heta hetayê ji bo perwerdekirina nifşên dahatûyê berdest dibin.
Dema xizmeta min li vir, bilintirîn ast bûye di pîşeya min de wek dîplomatkar, ez ti caran mêvandostiya germ û gurr a malbatên Kurd jibîr nakim. Her çiqas gelek caran wisa tê zanîn ku dîplomatkar dema xwe zêdetir li gel dewlemend û desthilatdaran derbas dikin, lê ti caran ji wê zêdetir min hest bi şanaziyê nekiriye, dema min pariyekî nan bi welatiyekî Kurd ê asayî ra parve kiriye. Ji kûrahiya dil gelek spas bo we hemûyan. Di demekê de ez bêriya bedewiya çiyayên Herêma Kurdistanê dikim, ji çiyayan zêdetir ez bêriya mezinahiya xelkê wê dikim.“