Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen hişyarî da Tirkîyê, ku Erdogan seredana Qibrisê neke. Ger ku ew serdana Qibrisê bikê, dê alozî kûr bibn û pêwendiyên navbera YE û Enqerê jî xirab bibin.
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan biryar daye, ku ew roja 20ê Tîrmehê seredana Bakurê Qibrisê bike.
Yekîtiya Ewropa (YE) jî ji bo vê seredanê ji niha da hişyarî da Tirkiyê.
Seroka Komîsyona Ewropayê Von Der Leyen li Brukselê konferansekî rojnamevanî li dar xist û di konferansê da got:
„Pirsa Qibrisê ji bo me pir girîng û hestyar e. Emê çawaniya rêveçûna wê seredanê bişopînin. Em weke YE di biryara xwe da zelal in û ti caran qebûl nakin Qibris bibe du dewlet.
Mê ev peyam bi awayekî vekirî û zelal gihandiye Erdogan. Êdî ji bo çûyîn û neçûyîna Erdogan, biryar di destê Erdogan û Tirkiyê da ye. Em hêvîdar in, ew di vê meselê da gaveke erênî bavêjin.“
Konseya YE di civîna xwe dawî da jî ji bo Qibrisê gotibû ew li gel federasyoneke du herêmî û du civakî ne.