Di dîrokê da gava Tirk dikevin tengasîyê, behsa biratîya gelan dikin.
Bi taybetî biratîya Tirk û Kurdan tînin ziman. Heta, dema şerê cîhanê a yekemin da li dijî Rusan û dewletên din, behsa qehremanîya Kurdan dikin.
Îslamîst bi biratîya omedê, di mizgeft û terîqatan da Kurdan dixapînin.
Çepgir û Kemalist jî bi navê demokrasi û wekhevîyê, bi hevparîya welat, di partî û rêxistina da Kurdan dixapînin.
Ji alîyê xapandinê da Tirk hertim zanan û mafdar in. Ji ber ku di destpêka komara Kemalist va, Kurd hatin xapandin. Sed sale bi milyonan Kurd kuştin. Hê jî cîwanên Kurdan tên kuştin. Miletê Kurd bedelê pir giran da, lê dîsa jî Kurd ji biratîya Tirkan nebûn.
Yek zimanê Kurdan mabû, ew jî îro li ber mirinê ye. Ji bo hebûna miletê Kurd yek jî ziman mabû ew jî kirin qûrbana biratîya omedê û çepgiran.
Loma dema li Tirkîyê behsa biratîya gelan ji alîyê Kemalist û Islamîstan tê rojevê, wî demê mirov dizane, mitleq têda fêl û fêlbazîyek heye.
Mixabin, sed sale ji destpêka komara Kemalist, heta roja îro, çiqas behsa biratîya Tirk û Kurdan hatîye rojevê, sedîsed felaketek mezin hatîye serê miletê Kurd.
Em îro jî bala xwe didinê serokkomar û serokên partîyên Tirk, hemû partî û dezgehên Tirk, li alîkî behsa biratî û aşitîyê dikin, li alîyê din jî bi dil û can bi hevra ced û kuştina Kurdan dikin. Ji ber ku, sed sale Kurd bûne kolêyê wan û nikarin rojeva xwe ya sîyasî dîyar bikin. Ji ber bê îtifaqîya Kurdan, dewleta Tirk û partîyên wan bi sextekarî rojeva Kurdan bi deste xwe didin dîyarkirin.
Heta dem bi artîstekî an jî bi sîyasetmedar û bi rojnemevanek Tirk rojeva Kurdan tayîn dikin. An jî wek bi serokê çeteyek dewletê, derdixin pêşberî Kurdan û wan sûcdar dikin û sûcê dewletê temîz dikin. Bi deste îslamîst û çepgiran cûda cûda bi neyartîya partî û şexsan, bi fêlbazî Kurdan didin amedekirin.
Piştra dewleta dagirker bi rehetî kare xwe dimeşîne. Kurd jî bi hev dikevin û di şuna dewleta dagirkerda partî û şexsan sûçdar dikin.
Gelo, ew kesên ku îro li çar alîyê Kurdistanê bi destên çete û leşkerên tirkan tên kuştin ne Kurd in.
Dewleta dagirker Tirkîye, di coxrafya Kurdistanê da bêpergal li ser tebîata komkujîya xwezayî dike. Bi milyona dara dibirin, daristana dişewetînin.
Lê belê Kurd hê jî sextekarîya wan nabînin û ew jî wek sîyasetvanên Tirkan, daw û doza biratîya gelan dikin.
Hey malxirabno, ma tu kesî dîtîye ku „ ji çermê Gur post, ji Romê jî dost” derkeve.
Hemû Tirk wek hev in, li dijberî daxwazên Kurdan bi kîn û neyartîyekî mezin derdikevin û daxwazên Kurdan sedemê parçebûna Tirkîyê dibînin.
Hezar sale em bi Tirkan ra dijîn, lê em hê bi wan ra nebûn bira, ji îro şûnda jî îhtimala biratîyê nayê xuyakirin!
Hê di salên 1930’î da Kemalistê bi nav û deng M. Esat Bozkurt gotibû, „Kurd di vî welatî da tenê dibin xulam û xizmetkarên Tirkan…“
06.06.2021