Bi beşdariya nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, MSD, PDK, HDP û beşek ji aliyên din ên siyasî, li Enstîtuya Kurd a Washingtonê civînek hate lidarxistin. Berdevkê Berê yê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞî Myles Caggins jî di civîna aliyên Kurdî de amade bû.
Serokê Enstîtuya Kurd a li Washingtonê Sîrwan Necmedîn Kerîm dîyar kir, ku beşdarên civînê li ser rûbirûbûna Herêma Kurdistanê ya bi gefeke yekdeng bûne.
Jibilî aliyên siyasî yên Kurd, hejmareke kesayetên dostên Kurd ên li Washingtonê jî di civînê da amade bûne. Di civînê da, bêtir behsa êrişên Tirkiyê yên li ser navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê hatîye kirin.
Beşdarên civînê tekezî li ser wê kirine, ku li ser berdewambûna wan civînan kar û xebatê bikin û herwiha zanyariyan di derbarê Doza Kurd û mafên rewa yên gelê Kurd da bigihînin berpirs û civaka Amerîkayê