Lûtkeya NATOyê li paytexta Belcîka bajarê Brûkselê bi rê va çû. Rêvebirên dewletên ku endamê NATOyê ne beşdarî lutkyê bûn. Piştî civîna lutkeyê jî hevdîtinên dualî pêkanîn.
Di çarçoveya Lûtkeya NATOyê da Serokê Amerîka Joe Biden û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li hev civiyan. Civîn di seat 19:00 dest pê kir û 45 xulek kudîya.
Piştî hevdîtinê her du alîyan jî daxûyanîyek da û di derbarê civînê da nêrînên xwe anîn ziman û pirsên rojnamevanan bersivandin.
Biden got, „hevdîtinek baş bû.”
Erdogan jî got, “hevdîtinek kêrhatî bû û bi dilgermî derbas bû.”