Wezareta Berevaniya Amerîkayê, Pentagonê di daxuyaniyekê da ragihand, navendên serbazî û embarên çekan yên Hizbullah û Ketayib Seyid Şuheda ku li ser sînorê Iraq û Surîyê cîh digirtin, ji alîyê Amerîkayê va hatine bombebarankirin.
Berdevkê Pentagonê John Kirby diyar dik, ku êriş di bersiva êrişên grûpên ser bi Îranê va li dijî berjewendiyên Amerîkayê yên li Iraqê da hatiye pêkanîn.
Kirby dibêje, Serok Biden ferman derxistîye ku bi armanca têkbirinê bersiva êrişên hêzên bi Îranê va girêdayî bê dayîn.
Seroka Kongreya Amerîakyê Nancy Pelosî jî di derbarê êrişa asmanî dibej: “Parastina serbazên pehlevan, ewên ku berevanî li azadiyên me kirine, karekî herî li pêş û pîroz e.
Milîsên girêdayî Îranê wan cihan bikar tînin, destê wan di wan êrişan da hebûye ku gef li ser serbazên Amerîkî û hevpeymanan çê kirine.”
Heşda Şeibî jî di wê êrîşê da kuştina 5 endamên xwe ragihand, ku li navendên wan grûpan li ser sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de bûne, bi taybetî li nêzîkî bajarê Qaimê.
Lîwaya 14 a Ketayib Seyid Şuheda jî daye xuyakirin ku di êrişê da tenê çekdarekî wan hatiye kuştin, lê Rewangeha Sûrî bo Mafê Mirov dibêje, herî kêm 5 çekdar di êrişê da hatine kuştin.