Roja Pêncşemê, Şaxa HDPê ya li bajarê Îzmîrê yê rastî êrişê hat û di encamê da xebatkareka HDPê ya bi navê Deniz Poyraz hat kuştin.
Êrişkar Onur Gencer ku, li Menbîcê jî ma ye, xebatkarê nexwaşxaneyek û memûrê dewltê ye.
Di dererbarê êrîşê da beşek nûnerên partiyên opozîsyonê û partiyên deshilatê yên AKP û MHPê daxuyanî belav kirin. Di daxûyanîyên xwe da bûyer wek provokasyon bi nav kirin û şermezar kirin. Lê belê di ser bûyerê da du roj derbasbû, ne ji serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, ne jî Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu heta niha tu dengek derneket. Herdu jî kerr û lal in.
Piştî êrişê Soylu di Merasîma Kursa Qeymeqamiyê ya serdema 107em axivî. Lê di derbarê êrîşa li ser HDPê da tu gotinek nekir.
Parlamenterê (CHP) yê Mêrsînê Alpay Antmen bêdengiya Soylu anîye rojeva Parlamentoya Tirkiyê û ji bió bersivandina Soylu ev pirs pirsîne:
- Erkê Onur Gencer ku ji Heleb û Menbicê bi çekên giran wêneyan parvedike çi ye?
- Peywendiya vî kesî bi SADATê yan jî sazî û dezgehên din re heye?