Edhem Barzanî di derbarê êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên sînorî yên Başûrê Kurdistanê peyamek belav kirîye û di pyama xwe da dibêje; “dema wê hatiye em hemû bi hev re û bê dudilî zengila metirsiyê lê bidin.”
Siyasetmedar Edhem Barzanî peyama xwe ji serokatiyên Herêma Kurdistan û Iraqê, hemû partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistan û Iraqê, Netewên Yekbûyî (NY) û Nûnera NY li Iraqê û Encûmena Asayişa Navdewletî, endamên Yekîtiya Ewropa, Komkara Erebî, rêxistinên navnetewî û civaka medenî ya Kurdistan, Iraq û cîhanê û rêxistinên parastina jîngehê li Kurdistan, Iraq û cîhanê ra şandîye.
Kurdistan ketiye ber pêleke dijwar a destbiserdegirtinê
Edhem Barzanî di peyama xwe de dibêje, “Di şert û mercên gelek dijwar û pêşeroja nediyar a welatê me da û di serdema nêzikbûna li dawîbûna Peymana Lozanê di sala 2023an da, Kurdistan ketiye ber gereke din a dagirkeriya leşkerî û jenosîda jîngehê.
Wek em hemû agahdar in di vê heyama derbasbûyî da, cografyaya Herêma Kurdistanê bi giştî û devera Badînan bi taybetî û bi şêwazekî gelek dijwartir, ketiye ber pêleke dijwar a destbiserdegirtinê. Li gelek herêman artêşa dewleta Tirkiyê heta kurahiya bi nêzikî 40 kîlometre hatiye pêş û axa Kurdistanê xistiye bin şert û mercên zehmet û neyasayiya dagirkeriya serbazî.
Ev jî bi şêweyekî ye ku ne tenê çiya, herêm û xalên jeoserbazî, gund jî ji rûniştvanên wan hatine valakirin. Bi dehan hemwelatî hatine şehîdkirin û li wê herêmê xelk neçarî rev û bicîhiştina warên bav û bapîran hatine kirin.”
Jîngeha Kurdistanê bi plan tê jinavbirin
Edhem Barzanî di peyama xwe de balê dikişîne ser ziyana êrişên li ser jîngeha Kurdistanê û wuha dibêje:
“Bi hinceta xweparastin û sazûkara şer û leşkerî, warên ciwan ên Kurdistanê ku sermayeya netewî û Kurdistanî û di asteke bilind de mîrata hevbeş a mirovahî û cîhanî jî tên hejmartin, bi şêweyekî sîstematîk û bi plan tê jinavbirin, şewitandin û talankirin.
Li gor ezmûnên rabirdû dewleta Tirkiyê her cografya û herêmeke ku di warê leşkerî da dagir kiribe, ti caran jê derneketiye. Girava Qibrisê û Îskenderun du belgeyên zindî û zelal û dîroka wan hevkêşeyan in. Herwiha dagirkirina bilindahiyên Şekyo nêzikî sînorê Îranê li devera Bradost û bilindahiyên devera Barzan, Amêdî, Bamernî û piraniya bilindahiyên Badînan heta nêzikî sînorê Rojhilat û Deşta Neynewa û li gel sînorê di navbera me da.”
Divê gelek bi ciddî rêkar bên wergirtin
Di peyama xwe da Edhem Barzanî xwe wek hemwelatiyek û xemxorek bi vê peyamê, bang li hemû alîyên berpirsîyar dike û dbêje:
“Ez bang li hemû aliyên berpirsyar dikim ku hemû hewlên xwe bixin nav tevgerê, çi bi rêya giftugo û danûstandinên dualî, yan bi rêya dewleta Iraqê, yan rêxistina Netewên Yekbûyî û hemû wan dewlet û hêzên cîhanî ku rêz li aştî û mafên mirovan digirin û dikarin guvaşê pêk bînin û sînorekî ji bo wê sînorbezandin û dagirkeriyê daynin.
Dema lêdana zengila metirsiyê hatiye ku em hemû bi hev ra û bêyî dudilî vê zengilê lê bidin. Gelek bi ciddî hemû rêkarên navdewletî werbigirin û helwesta xwe rêk bixin. Daxwaz ji dewleta Tirkiyê bikin ku di çarçoveya cîrantî, hevayînî, pêkvejiyana dîrokî û cografî da, ji bo jiyana aştiyane ya di navbera gelên Kurd û Tirk û gelên din ên li deverê û seqamgirî û aramiya herêmayetî û Rojhilata Navîn, rêz li serweriya ax, jîngeh û îdareya xwerêveberiya yasayî û destûrî ya Kurdistanê bigire. Îtîraf bi prensîpên mirovî, siyasî û îdareyên li wan herêman bike û pirsgirêkan di çarçove, bazne û civaka Tirkiye û Kurdistana Bakur de çareser bike ku navenda serhildana wan arîşeyan e ku pêwîstî bi hevtêgihiştina netewên Kurd û Tirk heye.”