Senatora Amerîkî ji Joe Biden xwest ku zextê li ser Tirkîyê zêde bike da ku „çalakiyên xwe yên xirab“ li ser Rojavayê Kurdistanê bide sekinandin.
Senatora Eyaleta Illinois ya Amerîkayê Tammy Duckworth di 5ê Gulanê da ji serokê Amerîkayê Joe Biden ra nameyek şandîye. Duckworth di nameya xwe da ji Biden dixwaze, ku ew guvaşên Tirkiye yên li ser Rojavayê Kurdistanê bide sekinandin.
Duckworth di nameya xwe wuha dibêje; „Yekineyên Parastina Gel (YPG) di têkoşîna li dijî DAIŞ`ê da li gel Artêşa Emerîkayê mil bi mil sser dike.
Tirkiye bi operasyonên xwe yên li Bakur Rojhilatê Sûriyê heta niha didomîne, axa Kurdan dagîr dike.“
Duckworth ku di heman dem da xaziyeke Iraqê ye, di nameya xwe da ji Biden dixwaze ku ber ku ji bo Kurdan vîzeyên taybet yên penaberan werin dayîn. Dîsa dixwaze ku serlêdanên Kurdan yên hemwelatîbûnê ku ew ji Şerê Kendavê heta niha alîkariyê didin Artêşa Amerîkayê, bi lez careke din ji bin çavan ra bên derbaskirin. Jiber ku hêzên Kurdan li dijî rêxistinên tundraw û radîkal şerdikin.“