Şêwirmendê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî Kerîm Esad Ahmed Xan ku lêpirsîna tawanê DAIŞê dimeşand, encama raporta Tîma Vekolînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNITAD) pêşkêî Encûmena Ewlekarîyê kir.
Kerîm Esad Ahmed Xan diyar dike ku li gor daneyên ji şahidan, mezelên komî û hard dîskên DAIŞê hatine bidestxistin gelek delîl kom kirine.
Kerîm Esad Ahmed Xan dibêje; „Tîma UNITADê vekolîna xwe ya berfireha a derbarê kiryarên xirab ên dijî Êzidîyan da bidawî kir. Ji berpirsên Iraqê, Herêma Kurdistanê û NGOyan wî welatî bi hezaran belge hatin tomarkirin. Ez dikarim bêjim ku delîlên piştrastkirî û zelal hene ku tawanên dijî Êzidyan digiheje asta jenosîdê. Ji bo tunekirina fizîkî û biyolojîk a Êzidiyan gefa DAIŞê eşkere ye.”
Xan herwiha destnîşan kir, ku bi hezaran Kurdên Êzidî piştî gefa ku “hûn an dê ola xwe biguherînin an jî bêne kuştin” bi komî hatine kuştin, bi hezaran kes kirine kole û bi komî tecawizî jinan kirine û jin tûşî êşkenceya cinsî bûne.
Tîma Neteweyên Yekbûyî heta niha hezar û 444 endamên DAIŞê yên dijî Kurdên Êzidî tawanê nijadkujiyê kirine tesbît kirin.
Di 4 salên borî de, Kerîm Esad Ahmed Xan çend caran ragihandiye ku DAIŞê tawana cengê dijî Kurdên Êzidî kiriye, lê cudabûn û girîngiya daxuyaniya vê carê ya Kerîm Xan ligel carên berê, ewe ku tîma UNITADê binemaya yasayî pêşkêş kiriye û tê da bi belgeyan isbat hene ku DAIŞê bi mebesta jenosîdê Kurdên Êzdî kuştıne.