Li Rojhilatê Kurdistanê di navbera pêşmergeyên PDKÎ û hêzên Îranê da şerekî dijwar derket û li gor daxuyaniya PDK-Î yê ji her du aliyan kuştî û birîndar hene.
Roja 19ê Gulanê, li bajarên Mihabad û Bokanê di navbera pêşmergeyên PDK-Î û hêzên Îranê da şer derketîye.
Dezgeha Fermandariya Hêza Pêşmerge ya PDKÎ şerê di navbera pêşmerge û hêzên Îranê da derktîye, bi daxuyaniyek nivîskî piştrast dike.
Li gor daxuyaniya PDKÎ, şer û pevçûna di navbera pêşmergeyên wan û hêzên Îranê, da derketîye, di nîvê şeva 20ê Gulanê, li gundên Berdemêş, Zigdiraw û Qerebulaxê û li ser rêya Burhan a navbera Mihabad û Bokanê qewimîye.”
Di daxuyaniyê da wuha tê gotin,“Mixabin di encama pevçûnê da pêşmergeyê çiya Enwer Nesîrî Çiyane naskirî bi Simko Mehmel û pêşmegergeyê bajêr heval Sohrab Xedîrpûr naskirî bi Şaxewan û xelkê bajarê Mihabadê şehîd bûne. Herwiha di şer da, ji hêzên Îranê jî hejmarek hatine kuştn û birîndar bûne.“