Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Ceifer Şêx Mistefa di derbarê erişa DAIŞê ya li Pirdê daxûyanîyak da. Şêx Mistefa di daxûyanîya xwe da bal dikişine ser rewşa neyekbûn îya hêza Pêşmerge û wiha dibeje: „Çekên di destê DAIŞê de ji çekên Pêşmerge pêşketîtir in û bi wan çekan hêzên Pêşmerge dikin armanc. Mixabin heta ku hêza hevbeş neyê avakirin û odeya operasyonan a hevbeş nebe, ew êrişên DAIŞê dê berdewam bin.”
Di derbarê duxalîya Pêşmerge da jî wuha dibêje, Ceifer Şêx Mistefa:
“Şer nebe jî her pêwîstiya me bi artêşeke yekgirtî û rahênankirî heye ji bo ku garantî û piştrastiya pêşeroja vê herêmê be. Me artêşeke yekgirtî ya Pêşmerge hebûya, me dikarî baştir rûbirûyê gefan bibin. Berî niha rêgiriyek nebû li ber yekgirtina Pêşmerge. Hatina DAIŞê bû astengiyek li ber wê pirsê. Rêgiriyên niha siyasî ne. Lê Hevpeymanan bi hêz hatine meydanê.
Sedema serneketina wê yekgirtinê jî ne tenê aliyek e. Çepik bi yek destê nayê lêdan. Eger tenê aliyek ba min dê bo hemû xelkê destnîşan kiriba. Hevpeymanan dibêjin, em artêşeke yekgirtî bo we pêk tînin, lê me bi xwe bersiveke wisa nîne.”