Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, ku wan Enqere agahdar kiriye ku Tirkiye bi fermî ji lîsteya welatên berhemhênerên hevbeş ên balafirên şer F-35ê hatîye derxistin.
Tirkiye yek ji 9 welatên beşdar di berhemanîna balafira pêşkevtî ya F-35 da bû. Hinek parçeyên wê balafirê ji aliyê Tirkîyê va dihatin çêkirin.
Ji bo kirîna 100 balafirên F-35, girêbesta Tirkiyê li gel Amerîkayê hebû. Lê belê sedem kirîza sîstema mûşekî ya S-400 ya Rûsî û alozbûna peywendiyên navbera Waşington û Enqerê, Tirkiye ji wê programê jî hatibû dûrxsitin.
Kompaniya sereke ya berhemanîna balafirên F-35, Lockheed Martin a amerîkî ye.