Serokê Amerîka Joe Biden di daxuyaniya xwe ya ji bo salvegera jenosîdkirina Ermenan da peyva jenosidê bikar anî.
Serokê Amerîka Joe Biden di daxuyanîya xwe da ragihand, ku wî bûyerên 1915 wekî ‚jenosid‘ nas kir.
Di daxuyaniya nivîskî da Biden hevoka „jenosîdê“ du caran, di paragrafa yekem û paşîn da bi kar tîne.
Peyva jenosîdê, di destpêka daxuyaniyê da wuha cîh digre; „Her sal em jiyana her kesê ku di dema Osmanî da û di jenosîda Ermeniyan da mirine bi bîr tînin. Em dilsoziya xwe nîşan didin, da ku nehêlin zilmeke bi vî rengî carek din pêk were.“
Di paragrafa dawîn a daxuyaniyê da jî wuha derbas dibe, „Gelê Amerîkî hemû Ermenîyên ku di qirkirina berî 106 salan da hatine kuştin bi bîr tîne.“
Bi vê naskirinê, Biden yekemîn Serokê Amerîkayê ye ku di daxuyaniya xwe de gotina „jenosîd“ bikar tîne.