Yekemîn hejmara Rojnameya Kurdistanê ji aliyê Mîgdad Mîdhat Bedirxan va di roja 22ê Nîsana 1898an da li paytexta Misirê, Qahîreyê hate weşandin.
Piştî bandora Osmaniyan ya li ser Misirê, rojnameya “Kurdistan” cihê weşana xwe guhert. Bedirxaniyan weşandina rojnameya Kurdistanê li hinek welat û deverên Ewropayê berdewam kirin.
Rojnameya “Kurdistanê” yekem Rojname ye, ku bi zimanê Kurdî û bi tîpên Erebî di roja 22ê Nîsana 1898an da hatiye wêşandin.
Ji sala 1898 heta sala 1902an 31 hejamarên Kurdistanê, her hêjmarên ku ji 4 rûpelan pêkhatî, hatine çapkirin.
Di roja 22ê Nîsana 1973an da ev roj li Başûrê Kurdistanê wek roja Rojnamevanê Kurd hat destnîşankirin.
Ji wê demê vir da ev roj ji alî kurdan va tê pîrozkirin.