Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî têkildarî xebatên platform û daxuyaniya Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyê ya derbarê zimanê Kurdî da daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyanîyê da ji bo kampanya ya ku 21ê Sibatê da dest pê kiribû, wuha tê gotin: “Ji bona vê armancê Komisyona 21ê Sıbatê îmzeyan kom dike. Him li ser internetê û him jî fizîkî ev xebat bi biryardarî berdewam e. Platforma Zimanê Kurdî aktif di nava vê xebatê da ye. Em dixwazin ku gelê me gelekî çalak beşdarî vê kampanyayê bibe.”
Di daxuyanîyê da helwesta rayedarên dewletê tê rexnekirin: “Berpirsên dewletê di pirsa zimanê Kurdî da gelek caran bi xwe re dikevin nava nakokiyan. Ya herî dawî jî me ji Wezirê Perwerdeyê Ziya Selçûk bihistiyê. Wezîr Selçûk di bersiva xwe ya ku daye parlamenterê Sêrtê Siddik Taş de, dibêje; ‚Ji derveyî zimanê Tirkî perwerde bi zimanê dayikê nabe!’ Mirov di van bersivan de bi rastî matmayî dimîne. Ma gelo wezirê perwerdê nizane ku îro li dibistanên navîn û hinek zanîngehan perwerdehî bi zimanê Kurdî û gelek zimanên din jî dibe? Ma dersên bijarte û perwerda li zanîngehan ne bi zimanê Kurdî dibe? Ma gelo ev ziman hemû ji ne zimanên dayîka ne? Ev çi sergêjekîye? Ma tenê zimanê Tırkî zimanê dayîkê ye? Weke ku baş diyar e, her ziman bi xwe zimanê dayikekê ye!”
Derbarê daxuyaniya Wezirê Perwerdê yê Tirkiyê Ziya Selçuk de got: “Ziya Selçuk bi xwe di zanista perwerdê de profesor e. Mirov gelek caran çaverê dike ku mirovên wisa di bersivên xwe de bêtir mafên ziman, kultur û perwerdê bi pîvanên nûjen û zanistî pêşkêşi raya giştî bikin. Mirovên wisa divabû xwedî li mafê mirovan, nirxên demokrasi û wekheviyê derkevin û li çareseriyên pirsgirêkan bigerin. Lê dubarekirina dîtin û helwestên ku bi sedsalan e Komara Tirkiyê parastine, îro bi rastî xitimîne. Ev tiştekî eşkere ye. Heta niha rayedarên dewletê di pirsa ziman de tu çareserîyên tebût pêşkêşî gelê Kurd nekirine. Di bersivên xwe de tenê roja xwe derbas dikin û mafê zimanê dayîkê piştgûh dikin.”
Di dumahîka daxuyaniyê da wuha tê gotin: “Li beramberî van helwest û dîtinên şaş, em ji weke Platforma Zimanê Kurdî bangî gelê xwe dikin; bi hemû hêza xwe, baweriya xwe, bi parastîna mafê zimanê xwe beşdarî kampanyaya zimanê Kurdî bibin. Em bi îmzeyên xwe helwesta xwe baş diyar bikin. Bila hemû kes baş bizane ku Kurd bi zimanê xwe mafê perwerdehîyê dixwazin. Bila hemû kes baş bizane ku Kurd doza statûyeke fermî ji bona zimanê Kurdî dikin. Bila hemû kes baş bizane ku zimanê Kurdî hebûna me ye, nasnama me ye, rûmeta me ye! Em Kurd mafê zimanê xwe dixwazin!”