Doza bi navê “Bûyerên Kobaniyê” ku di derheqê Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û 108 kesên dn da hatîye vekiri, roja 26ê mehê birêve dst pê dike.
Parêzerê Selahattîn Demîrtaş Mahsunî Karaman, hevjîna Demîrtaş Başak Demîrtaş û Cîgirê Hevserokê Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDPê Umît Dede berî destpêkirina rûniştina dadgehê, civîna ccapemenîyê lidar xistin. Di civînê da bersiva pirsên rojnamevanan dan, ku hejmareke medyayên biyanî jî di civînê da amade bûn.
Hevjîna Demîrtaş, Başak Demîrtaş di derbarê tohmetkirina Demîrtaş da axifî û got; “Berdevkên hikûmetê fermanan didin dadgehan û di demekê kin da bên dadgehîkirin hikûm bê dayîn. Lewma em ne tenê têkoşîna hiqûqê, em têkoşîna heqîqetê jî didin.”
Parêzerê Demîrtaş Mahsunî Karaman di derbarê hiquqîya dozê da axifî û got, “Li Tirkiyê berpirsyariya siyasî û hiqûqî tevlîhev bûye. Desthilatdar îro bi destê darazê mixatabên siyasî lînç dikin. Eger em berpirsyariya hiqûqî û siyasî tevlîhev bikin, dibe ku Erdogan jî bê dadgehkirin.”
Cîgirê Hevserokê Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDPê Umît Dede jî aşkere kir ku sedem rewşa Coronayê, hejmareke zêde ya kesên di vê dosyeyê da tên darizandin, dê bi rêya Sîstema Reng û Deng (Segbis) beşdarî rûniştina dadgehê bibin. Loma ew bang li xelkê nakin ku beşdarî rûniştinan bibin.