Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku sizayên di çarçoveya qanûna dorpêçan ya bi navê CAATSAyê dabu ser Tirkiyê, îro dest pê dikin.
Di daxuyaniyê da tê eşkerekirin ku ew siza li dijî Serokatiya Pîşesazî ya Berevaniya Tirkiyê, serokê wê dezgehê Îsmaîl Demîr, Cîgirê Serokê Pîşesazî ya Bergiriyê Tirkiyê Faruk Yigit, Serokê Nivîsgeha Feza û Berevaniya Asmanî Serhat Gençoglu û Rêvebirê Grûpa Nivîsgeha Feza û Bergiriyê Asmanî û Serokatiya Pîşesazî ya Bergiriyê Mustafa Alper Deniz têne cîbicîkirin.
Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Antony Blinken sedema sizayan weke “peywendiyên wan kes û saziyan bi dezgehên îstixbaratî û berevaniyê yên Rûsyayê ra hebûne” nîşan da.
Cezayên ku wê li ser Tirkiyê bêne sepandin, di çarçoveya qanûna CAATSAyê da ne, ku ew yasa taybet û bi têkoşîna li hemberî dijminan tê bikaranîn.
12 cureyên cezayên CAATSAyê hene ev jî ev in:
1- Serokê Amerîka dikare Eximbankê rasipêre ku ji bo kesên cezakirî dema krêdiyan dirêj neke, nehêle kelûpelan veguhêze û garantî û bîmeyan nede wan.
2- Serokê Amerîka dikare fermanê bide hikûmeta Amerîka û nehêle lîsans û belgeyên pêwîst ji bo hinardekirina mal û milk û teknolojyayê bide kesê cezakirî. Ev madde, Kelûpelên serbazî û yên atomî jî li xwe digre.
3- Serokê Amerîka dikare nehêle saziyên aborî krêdiyê bidin kesê cezakirî. Li gorî vê biryarê, kesê cezakirî dikare herî zêde 10 milyon dolar krêdî wergire û bikar bîne.
4- Serokê Amerîka dikare fermanê bide payebilindên Amerîkî yên di nava saziyên aborî yên navdewletî da ku nehêlin kesê cezakirî krêdiyê wergire û di dema dengdanê da li dij derkevin.
5- Eger aliyê ku tê cezekirin saziyeke aborî be, wê karûbarê wê di bazara Amerîka da bêne sînordarkirin û nehêlin xwe bigihîne çavkaniyên aborî.
6- Rêveberiya Amerîka dikare wergirtina mal û xizmetê ji kesê cezakirî rawestîne.
7- Serokê Amerîka dikare di nava sînorê desthilata Amerîka da nehêle kirîn û firotina diravên biyanî di berjewendiya kesê cezakirî da were kirin.
8- Serokê Amerîka dikare di nava sînorê desthilata Amerîka de, nehêle dan û standina pereyan yan jî dabînkirina krêdiyê di sûda kes yan saziya cezakirî da çêbibe.
9- Dikarin rê li ber wê yekê bigrin ku kesê cezakirî li Amerîka mal û milkekî bikre û bifroşe.
10- Serokê Amerîka dikare nehêle kes yan jî saziyeke Amerîkî berhemên kesê cezakirî bikire.
11- Serokê Amerîka dikare bi riya Wezareta Derve ya Amerîka nehêle kesên cezakirî vîzayê werbigirin.
12- Serokê Amerîka dikare rêvebir û rayedarên aliyê ku tê cezakirin, bi temamê van cezayên ku behsa wan bû, ceza bike.