Di navbera salên 1914-1915an da Împaratoriya Osmanî dest bi qirkirina gelê Ermen kir. Li gor zanyariyan di komkujiya ermeniyan a wê demê da zêdetirî 1,5 milyon Ermenî ji aliyê leşkerên osmanî va hatine kuştin.
Piraniya dîroknasan tevgera Împaratoriya Osmanî ya ji 1915 heya 1923an li dijî Ermeniyan, endamên kêmaniyên din ên etnîkî û olî wek jenosîd qebûl dikin.
Heta roja îro 29 Welatan jenodîsa Ermeniyan nas kirine û ew jî bi piranî welatên Ewropî û Amerîkaya Başûr in. Ji bilî wan. Rûsya û Sûriye jî bûyerên 1915an wekî jenosîd nas kirine û gor wê naskirinê biryar stendine.
Uruguay yekem welat e, ku jenosîdan Ermeniyan di sala 1965an da nas kir. Piştî Uruguay, Parlamentoya Qibrisê jî di 1972an da jenosîda Ermeniyan nas kir.
Welatên din ên ku bûyerên 1915an wekî jenosîda Ermeniyan naskirin ev in;
Almanya, Arjantîn, Awusturya, Belcîka, Bolîvya, Brezîlya, Bulgaristan, Kanada, Şîlî, Çekya, Ermenistan, Fransa, Yuna, Îtalya, Lîbya, Lîtvanya, Lubnan, Luksembûrg, Hollanda, Paraguay, Polonya, Portekîz, Rûsya, Slovakya, Swîsre, Swêd, Sûriye, Vatîkan û Venezuela.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka dîyar dike, ku Serokê Amerîka Biden komkujiya Ermenîyan îro bi fermî wek jenosîd bi nav bike.