Lêkolîn û berhevkirina Mihemedsalih Qadirî ya li ser kesayetê Kurd “Emerxanê Şikak: Ji Serhildana Simko heta Komara Kurdistanê (1906-1946)” ji weşanên Avestayê derket.
Di danasîna pirtûkê da li ser jiyan, xebat û girîngiya Emerxan da hatiye gotin, “Emerxan Şerîfî naskirî bi Emerxanê Şikak ku kurê Mihemed Şerîf Şerîfî bû sala 1874an ji dayîk bûbû, yek ji karekter û kesayetiyên girîng û navdar ê Êla Kardar û Şikakan bû. Emerxan di çaxê serhildana Simko da, heta dema ku bi Simko re bûye, wek şêwirmendê destê rast û wezîrê şer ê Simko, xwedî rol û bandorek berbiçav bûye. Berî şerê yekem ê cîhanî û çend salan piştî wî şerî jî, di herêma stratejîk a bakûrê Rojhilatê Kurdistanê da, wek hevpeymanekî bihêz digel Simkoyê Şikak, di şer û pevçûnên navbera Kurd û Eceman, Kurd û Osmaniyan û Kurd û Rûsan de, beşdar bûye.”
Di pirtûkê da behsa nakokiya di navbera Simko û Emerxan da jî hatiye kirin, “Piştî vê ku bi plana hikûmeta Îranê di navbera Emerxan û Simko da nakokî çêbûne, Simko ew radestî hikûmeta Îranê kiriye. Piştî vê bûyerê, Emerxan wefadariya xwe bi hikûmeta Îranê ragihandiye û di bin fermana hikûmeta Îranê da, dijberiya Simko kiriye. Sê salan piştî kuştina Simko ji aliyê Rizaxan Şahê Îranê ve, Emerxan jî, ji aliyê Hikûmeta Riza Şah va tê girtin, cezayê zînada heta hetayê bo wî tê dayin û paşî mayina heşt salan di girtîgehên Îranê da, di serdema şerê duyem ê cîhanê da ji girtîgehê azad dibe û piştre cardin wek karakterekî girîng ê tevgera Rojhilatê Kurdistanê rolek mezin hebûye.”
Di dewamê da tê gotin, “Emerxan sala 1942an, di serî da berpirsyarê şaxa Komeleya JK di Bakurê Rojhilatê Kurdistanê da bûye û çalakiyên berbiçav kirine. Piştre di avakirina PDK a Rojhilatê Kurdistanê da, bi Qazî Mihemed ra alîkarî kiriye û wek endamê serkirdayetiya PDKê hatiye hilbijartin. Herwisa di avakirina Komara Kurdistanê da (22.01.1946) rolek mezin hebûye û tevî (Mihemed Husên Xanê Seyf Qazî, Mela Mistefa Barzanî û Heme Reşîdxanê Bane) yek ji çar generalên Komara Kurdistanê bûye û cihekî xasmanî di xebat û bûyerên wê serdemê da hebûye.”
Nivîskarê pirtûkê Mihemedsalih Qadirî jî derbarê girîngiya berhema dibêje: “Rast e ku ev pirtûk li ser Emerxanê Şikak û têkiliyên dûr û nêz ên wî digel bûyerên dema jiyana wî hatiye nivîsîn, lê min hewl daye tevî mijarên girêdayî bi Emerxan, li ser beşek ji dîroka 40 salî (1906-1946)an a girêdayî bi tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd li Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdistanê rawestim û rewş û siyaseta welatên herêmî û zilhêz ên cîhanî derheqê doza Kurd di wan qonaxan da şîrove bikim.”
Pirtûka “Emerxanê Şikak: Ji Serhildana Simko heta Komara Kurdistanê (1906-1946)” ku ji aliyê Mihemedsalih Qadirî va hatiye nivîsandin û ji weşanên Avestayê belav bûye, ji 488 rûpelan pêk tê.